PYD: Em ê li hember her cure neheqî, têkoşîna xwe bilindtir bikin

Îro 1’ê Gûlanê –roja karker û kedkarên cîhanê– ye. Bi vê boneyê pîrozbahî ji gelek aliyan hat, mîna PYD, Kongra Star, Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê, Federasiyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Surî, Fermandariyên YBŞ û YJŞ’ê û Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê. Aliyan, bi daxuyaniyên cuda hêviyên xwe bi bilindbûna asta têkoşînê anîn ziman.

PYD’ê, der barê 1’ê Gulanê –Roja Karkeran a Cîhanî– daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku “1’ê Gulan li dijî çavbirçûbûn, neheqî û keysbaziya hêzên sermayedar rojeke serkeftinê ye”.

PYDê got:

Em wek meclisa giştî ya PYD’ê, vê rojê li çîna karkeran pîroz dikin.

Li Rojhilata Navîn, em beşekî berxwedêrên pêşeng in, ên li dijî keybazî û çewisandinê têkoşîn dikin û em ê bi hevkarên xwe re, heya dawiyê têkoşînê li dijî vê yekê bikin.

Kongra Star: Divê jin nehêlin kes keda wan bixwe

Koordînasyona Kongra Star jî, ev roj li hemû karkerên cîhanê taybet li jinên karker pîroz kir û diyar kir di çîna herî zêde neheqî lê hatiye kirin, çîna jin e.

Kongra Star bang li hemû jinên karker kir ku “li ku derê bin, bila ji bo mafên xwe bêdeng nemînin û nehêlin ti kes keda wan bixwe.”

Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê ev roj li karkeran pîroz kir

Di hema çarçovê de, Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê jî daxuyanî da û da zanîn ku karkeran ji bo civakek azad, wekhev were avakirin, bi beşên din ên civakê re, rolek mezin di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûrî de lîst.

Meclisê her wiha bang li hemû azadîxwaz û têkoşerên cîhanê kir ku ji bo aşîtî û wekheviyek mayînde têkoşîna xwe bilind bikin.

Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûrî cejn pîroz kir

Federasiyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî ev roj li hemû karkerên Rêveberiya Xweser û giştî gelên herêmê kir pîroz kir.

YBŞ Û YJŞ: Divê em di vê rojê de, yekbûna xwe ava bikin

Her wiha Fermandariyên YBŞ û YJŞ’ê jî 1’ê Gulanê pîroz kir û got:

“Di vê rojê de, yekbûyîna me erkek dîrokî ye.

Ji bo neteweya demokratîk, jiyanek azad û wekhev, pêdiviya me bi yekbûnê heye.

Divê her qada ku em tê de ne, em bikin qada berxwedanê”.

Meclisa Xweser a Şengalê: Divê ciwanên Êzidî ji bo azadiya xwe kar bikin

Bi heman boneyê, Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê jî daxuyaniyek da û da zanîn ku ji bo civaka Êzidî bigihe azadiya xwe, kedek mezin dikeve ser milê ciwanên Êzidî.

Ji bo vê jî bang li ciwanan kir ku asta keda xwe bilind û mezintir bikin..

Back to top button