Li Başûrê Kurdistanê, 8 kesên nû bi Coronayê ketin

Wezareta Tenduristiyê ya Başûrê Kurdistanê daneyên dawî yên vîrûsa coronayê par ve kir û li gorî wê, di 24 saetên dawî de, 8 kesên din bi vîrûsê ketin.

Bi vê re jî, li Başûrê Kurdistanê heta niha 380 kes bi vîrûsê ketine, ji wan 5 kesan jiyana xwe ji dest daye û 325 kes baş bûne.

Her wiha Rêveberiya Tenduristiya Kerkûkê jî ragihand ku îro testa hejmarek şêniyên Kerkûkê hat diyarkirin û nexweşî li 7 kesan peyda bû.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 93 kesên din mirin

Desthilatên Tirkiyê jî ragihand ku di 24 saetên dawî de 93 kesên din jî jiyana xwe ji dest da û 2 hezar û 615 kesên din bi vîrûsê ketin.

Bi van daneyên nû, bi giştî li Trikiye û Bakurê Kurdistanê hejmara qurbanan bû 3 hezar û 174 û ya kesên nexweş jî 120 hezar derbas kir.

Back to top button