Rûsya banga derketina Tirkiye ji herêmên dagirkirî kir

Wezareta Derve ya Rûsyayê êrîşa terorîst a li dijî sivîlên Efrîna dagirkirî şermezar kir û diyar kir ku “divê têkoşîna li dijî terorîstên li Sûriyê berdewam bike û Tirkiye ji herêmên dagirkirî derkeve”. Nûnerê Amerîka yê taybet ji bo Sûriye James Jeffrey jî bi rûdan vê teqînê, li hevkeraiya dewleta Tirk û çeteyan mukur hat.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsya Maria Zakharova îro bi daxuyaniyeke êrîşa terorîst a li dijî sivîlên kantona Efrînê şermezar û diyar kir “ev yek nîşan dide ku ji bilî domandina têkoşînê li dijî terorîstên li Sûriyê yên Konseya Ewlekariyê ew xistine lîsteya terorê, ti rêyeke din nîne.”

Zakharova, der barê aloziya li herêmên li ser sînorê Sûrî-Tirkî yên di bin serweriya Enqereyê de ne, fikarê xwe anî ziman û da xuyakirin ku “divê dewleta Tirk ji van deveran derkeve û bikevin jêr serweriya Şamê”.

Bi vê teqînê, Jeffrey li hevkariya dewleta Tirk û çeteyan mukur hat

Her wiha Nûnerê Amerîka yê taybet bo Sûriye James Jeffreyê jî ku ev demek bêdeng bû, bi vê teqîna Efrînê ya dawî, hevkarî û têkiliya dewleta Tirk bi çeteyên ku di lîsteya terorîstan a cîhanî de ne, mukur hat..

Jeffrey got:

“Em hêvî dikin ku Tirkiye zextê li rêxistinên terorîst bike, di nav de Heyet Tehrîr El-Şam”.

Ji aliyê xwe ve, Rêxistina Zarokan a NY (UNICEF) jî ev teqîn şermezar kir ku yên herî zererê ji van êrîşan dibînin, zarok in..

Tê zanîn, berî 2 rojan teqîneke mezin li Efrîna dagirkirî rû da, di nav de 11 zarok, zêdetirî 50 kes hatin kuştin û bi dehan birîndar bûn.

Back to top button