Artêşa Lîbî: Redkirina agirbestê ji aliyê Wîfaqê, dikeve xizmeta çeteyên Tirk

Birêveberê Birêveberiya Perspektîvên Me’newî yê artêşa Lîbî Xalid Mehcûb diyar kir ku “redkirina agirbestê ji aliyê Hikumeta Wîfaqê ve, dikeve xizmeta çeteyên Tirkiyê.

Mehcûb teqez kir, tevî artêşa Lîbî agirbest ragihandiye, çete agirbestê binpê dikin, kirin û êrîşên li dijî sivîl û bajaran jî dewam dikin.

Berî niha, berdevkê artêşa Lîbî Ehmed Mismarî jî ragihandibû ku wan bi hatina meha Remezanê re, operasyonên leşkerî li Terablusê rawestandine.

Lê dîsa jî hikumeta Serac ya piştgiriyê ji Tirkiyê digire, ev biryar red kir û êrîşên xwe didomîne.

Back to top button