Kalin: Em ê piştî Coronayê, S-400’an bixin pratîkê

Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin di konferanseke Konseya Atlantîk de têkildarê pergala S-400 axivî û diyar kir ku ji ber vîrûsa Coronayê wan pêvajoya bikaranîna pergalê rawestandiye.

Li gorî Kalin, piştî vîrûsa Coronayê bi daw bibe, ew ê S-400an bixin pratîkê..

Berdevkê Tirkî anî ziman ku “Erdogan gelek caran ji bo çareserkirina mijarê bi Trump re axiviye û daxwaza kirîna mûşekên Petriot jî kiriye, lê belê der berê vê mijarê de, heta niha ti pêşketin çênebûne.

Li aliyeke din jî, Balyozê Rûsya yê Iraqê Maksîm Maksîmof ragihand ku welatê wî amadeye Pergala S-400 bifiroşe Iraqê û ew tenê li benda biryara Bexdayê ne.

Back to top button