LI 117 GIRTÎGEHAN ZÊDETIRÎ 600 GIRTÎ DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE NE

Piştgiriya bi çalakiya Leyla Guven û nerazîbûnên li dijî tecrîdkirina Rêber Ocalan zêde dibin.

Li 117 girtîgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê zêdetirî 600 girtiyên siyasî ji bo dawî li tecrîdkirina Rêber Ocalan were dest bi greva birçîbûnê kirin.

Girtiyên siyasî li girtîgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê ji 27’ê Mijdarê ve ketine çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem-dorveger.

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem-dorveger a girtiyên siyasî di roja 16’an de ye.

Her wiha li Girtîgeha Jina ya Xarpêtê jî 40 roj in 6 jinên girtî di greva birçîbûnê de ne.

Li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê jî çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven di roja 35’an de ye.

Her wiha dayîkên aştiyê û Tevgera Jinên TJA’ê yên li Wanê ku ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven ketibûn greva birçîbûnê, hatibûn binçavkirin dema binçavkirina wan 24 saetan hate dirêjkirin.

Leave a Reply

Back to top button