3 Girtiyên jin: Nîşaneyên vîrûsê hene û test nayên kirin

Li Tirkiyê, girtiyên nexweş di rewşeke kambax de ne û hikumet jî di zextên xwe de berdewam e. Li Girtîgeha Jina ya Bunyanê a Kayseriyê tevî ku li 3 girtiyên jin ên nexweş di nîşaneyên vîrûsê hene jî, lê dîsa tên paşguhkirina û test ji wan re nayên kirin.

Li girtîgehê, girtiya nexweş Merve Aydogan, di 3’yê Nîsanê de nîşaneyên Corona pê re çêbûn, lê belê ji wê rojê heta niha nehatiye dermankirin.

Aydogan tevî Nazli Solgûn û Rojda Tokçûyê ji 22’yê Nîsanê ve di heman qawîşê de ne û nîşaneyên vîrûsê xwe li wan dane der.

Lê heta niha ji her sê girtiyan re test nehatine kirin û weke gelekên din, ji aliyê hikumetê ve hatine paşguhkirin.

Taşdemîr: Rewşa girtiyan metirsîdar e, divê bên berdan

Li ser vê rewşê, Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr jî diyar kir “li girtîgehan li dijî vîrûsê tedbîr nayên girtin. Rewşa girtiyan metirsîdar e” û xwest hemû girtî bên berdan.

Back to top button