Muzeyyen Guneş: Gelê Kurd ji hev parçe dikin

Nunera HDP’ê ya Hewlêrê Muzeyyen Guneş anî ziman ku êrîşên li ser Zînê Wertê û Mexmûrê encama planên dewletan e û li dijî kurdan siyaseteke dijminane ku bira-kujiyê pêş dixe dimeşînin.

Dewleta tirk êrîş û gefên xwe li ser Başûrê Kurdistanê bi taybet jî di demen dawîn de li ser Zînê Wertê zêde kirine.

Her wiha PDK’ê jî di rojên borî de hêzên xwe yên leşkerî şandibûn Zînê Werta ku di bin kontrola YNK de ye.

Li gel vê Kampa Mexmurê 9 mehe di amgaroyê de ye û di 15’ê Nîsanê de ji aliyê dewleta Tirk ve hat bombebarankirin.

Nunera HDP’ê ya Hewlêrê Muzeyyen Guneş li ser van mijaran nirxandin kir û got:

Armanca êrîşê tenê pêkanîna operasyonên leşkerî ye. Zînê Wertê nêzî sînorê Îranê ye. Lewre ji bo Tirkiye û Emerîkayê girîng e.

Beriya li wir rewşeke wekî ya Rojava pêk were, hêzên serdest pirsgirêka parvekirinê hesab dikin.

Emerîka ji bo serdestiya xwe li wir pêk bîne, ji niha de planên xwe dike.

Ji xwe Tirkiyê ji berê de dixwaze wir dagir bike û niha Emerîka wekî xeyalên tirkiyê pêk tîne xwe dide nîşandin.

Lê di bin vî tiştî de gelek plan û hesabên kûr hene.

Muzeyen diyar kir ku dema hêzên Emerîka û Tirkiyê wir dagir bikin, bi pêjirandina wê re rêveberiyêk pêk tê û weha got:

Bi vê yekê, di nav kurdan de sîyasetek dijminane û birakujiyê pêş dixin. Ji wê êrîşê, diyar e ku. beRE hin axaftin hatine kirin.

Hemû partî û saziyan ji ber vê rewşê banga yekitiyê kirin û fikarên xwe anîn ziman. Bi saya bertekan ev rewş hat sekinandin.

Ji ber ku êdî kurd şiyar bûne. Serketina parçeyekî divê ne bi windakirina parçeyên din be, tu kurd vê na-pejirînin.

Muzeyyen Guneş:Ambargoya li ser Mexmûrê li ser daxwaza Tirkiyê ye

Muzeyyen bal kişand ser rewşa Mexmûrê jî û weha domand:

Di êrîşên li ser Mexmûrê de tiliya Tirkiyê heye. Ji bo neyartiya kurdan her rewşê wek firsend dibîne û êrîşê kurdan dike.

Helwesta PDK’ê ya li ser Mexmûrê jî rû-reşî ye. Şert û mercên Mexmûrê gelek dijwar in.

Dixwazin şêniyên wê ji birçîna û nexweşiyê neçarî koçberiyê bikin.

Muzeyyen Guneş got Emerika ji bo polîtîkayên xwe dijminantiya tirkan a li hember kurdan bi kar tîne û wiha bi dawî kir:

Mexmûr di bin parastina NY de ye, Lê mixabin ji ber nêzîkatiya herema Başûrê ya li ser Mexmûrê NY jî tiştekî nake.

Emerîka li gorî berjewendiyên xwe tevdigere, Her wiha dijminantiya Tirkan a li hember kurdan bi kar tîne.

Back to top button