Dijminatiya Dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî didome.
Çeteyên Dewleta Tirk nuqteyên Meclisa Leşkerî ya Minbicê krin hedef.
Çavkaniyên leşkerî yên Meclisa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku, çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji şevê din heta saetên vê sibehê nuqteyên meclisê yên li ser xeta Sacûr a bajarê Minbicê bi hemû cureyên çekan kirin hedef.
Çete ji mizgeftên Seyda Xedîc û Umer Bin Xetab ku weke navendên wan in, êrîşan pêk tînin.
Derbarê encaman de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Ev hedefgirtin li ser herêma ku Koalîsyona Nevdewletî û Dagirkeriya Dewleta Tirk li ser li hevkirine, pêk tên.
Beriya demekê jî dewreyên hevbeş ên Tirkiyê û Emerîka li herêmê destpê kirin û piştî wê jî, ev êrîşî zêdetir bûn.