Li Idlibê dewriyeyeke Rûsî-Tirkî bi dirêjahiya 1 km pêk hat

Roj bi roj rûbera gera dewriyeyên hevbeş ên Rûsî-Tirkî li Idlibê kurtir dibe û herî dawî dewriyeyeke tenê 1 km pêk anîn.

Di çaçroveya lihevkirina Putin-Erdogan a li Idlibê de, îro dewriyeya 8’emîn li ser riya M4 a navdewletî ya Heleb-Lazqiyê pêk hat.

Lê ji ber nakokiyên di navbera artêşa dewleta Tirk û çeteyên wê de dewirye tenê 1 Km geriya û bêyî ku bigêje bajarokê Neyribê, dewriye sekinî û bi dawî bû.

Hêjayî gotinê ye ku dewleta Tirk û Rûsya li gorî lihevkirina Moskoyê ya 5’ê Adara borî heta niha nekarîne dewriyeyeke hevbeş li ser dirêjahiya riya M4 pêk bînin.

Ev yek jî ji ber çalakî û xwepêşandanên çeteyên dewleta Tirk ên li dijî lihevkirinê tên astengkirin.

Back to top button