Corona..Di nava 2 mehan de li cîhanê zêdeyî 50 rojnamevan mirin

Dijberiya welatên cihanê ya heyî bi vîrûsa Corona re geştir bûye. Ji ber belavbûna vîrûsê, 2 mehan de zêdeyî 55 rojnamevan mirin.

Li gorî rêxistineke civakî ya sivîl ku navenda wê li Cenevreyê ye, li gelemperiya cîhanê ji ber vîrûsa Coronayê di nava 2 mehan de zêdeyî 50 rojnamevan mirine.

Rêxistina civaka sivîl a bi navê Presse Embleme Campegne (PEC) ragihand, ji destpêka meha Adarê ve li 23 welatan herî kêm 55 rojnamevanî ji ber vîrûsa coronayê jiyana xwe ji dest dan.

Rêxistinê diyar kir ku tedbîrên ji bo medyayê kêm in û nerazîbûn nîşanî binpêkirina mafê çapemeniyê da.

Pompeo: Em nizanin ku vîrûs ji Wohan hatiye yan na

Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Mîke Pompeo jî, daxuyaniyên berevajî yên serokê dewleta xwe da.

Pompeo ji radyoyeke xwecihî re axivî û got,

“Em nizanin ku ev ji Wûhanê hatiye yan na.

Em nizanin ku ev ji bazarekê yan jî devereke din hatiye yan na.”

Em hîn bersiva van pirsan nizanin.

Amerîkî daxwaza sivikirina tedbîran dikin

Di demeke ku Amerîka li dijî Çînê û Rêxistina Tendursiyê ya Cîhanê gefan dixwe, di hindirê Amerîka bi xwe de, nerazîbûnên gel ên li dijî biryarên şidandî yên li dijî Corona, dewam dikin.

Li Wîlayeta Michigan, bi sedan kes ku di nav wan kesên çekdar jî hebûn, li pêşiya parlementoya wîlayetê, ji bo sivikirina tedbîran, çalakî li dar xistin.

Back to top button