Li beşên din ên Kurdistanê û welatên herêmê ji ber vîrûsê di rewşeke tengav de ne.

Beşên din ên Kurdistanê û welatên herêmê jî hîna ji ber vîrûsê di rewşeke tengav de ne. Li Başûrê Kurdistanê rewşên nû hatin tomarkirin û qedexeya derketinê heta 10 Gulanê hat dirêjkirin.

Li Tirkiyê jî tevî nîşaneyên vîrûsê li ser girtiyan xuya dikin jî, lê test ji wan re nayên çêkirin û li Îranê jimara pêketiyan nêzî 100 hezarî bûye.

 

Li Besra 17 kesên din bi vîrûsê ketin

Vîrûsa corona li Iraqê, belavbûna xwe dewam dike û rojane pêketiyên nû hene.

Rêveberiya Tenduristiyê ya bajarê Besra ya Iraqê ragihand ku 17 kesên din bi vîrûsê ketine û 12 jî baş bûne.

Li gorî wezaretê yek ji wan ev du care bi vîrûsê dikeve.

Li Seranserî Iraqê heta niha 2 hezar û 85 kes bi virûsê ketine, 93 kesan jiyana xwe ji dest dane û hezar û 375 kes rihet bûne.

Li Hewlêrê jineke din bi Coronayê ket

Vîrûsa corona ji nû ve li Başûrê Kurdistanê belav dibe.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiya Herêma Başûrê Kurdistanê, li bajarokê Rewandiz ê Hewlêrê jineke 25 salî, bi vîrûsa coronayê ketiye.

Heta niha bi giştî, li Herêma Başûrê Kurdistanê 380 kes bi vîrûsê, ji wan 5 kesan jiyana xwe ji dest dane û 325 kes jî baş bûne.

Li Amedê 2 avahî xistin bin çavdêriyê

Li Navçeya Yenişehîrê ya Amedê, piştî bi kesekî re vîrûs hat dîtin, 2 avahî xistin bin çavdêriyê.

Polîs bi maşîneyên zirxî li pêş avahiyê rawestiyan û ketin û derketina avahiyê qedexe kir.

Bi 3 girtiyên jin re nîşaneyên vîrûsê hene, lê test nayên kirin

Bi belavbûna vîrûsê re, metirsiya li ser jiyana girtiyan û bi taybet jî ya nexweşan zêde dibe.

Li Girtîgeha Jinan a Bunyanê a Kayseriyê tevî ku li 3 girtiyên jin ên nexweş de nîşaneyên vîrûsê hatine dîtin, lê dîsa ew tên paşguhkirin û test ji wan re nayên kirin.

Taşdemîr: Rewşa girtiyan metirsîdar e, divê bên berdan

Li ser vê rewşê, Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr jî diyar kir “li girtîgehan li dijî vîrûsê tedbîr nayên girtin.

Rewşa girtiyan metirsîdar e” û xwest hemû girtî bên berdan.

Wezareta Dadê jî bi hinceta tedbîrên li dijî vîrûsa coronayê qedexeya serdanên girtiyan, heta 15 rojên din taloq kir.

Malbat û parêzer dê heta 15’ê Gulanê nikaribin biçin bi girtiyan re hevdîtinê bikin.

Li Îranê jimara pêketiyên vîrûsê nêzî 100 hezarî dibe

Li Îranê jî di nava 24 saetan de zêdeyî hezar kesî bi vîrûsê ketin û 63 kesan jî jiyana xwe ji dest da.

Heta niha li Îranê bi giştî, 95 hezar û 646 kes bi vîrûsê ketin û 6 hezar û 91 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Back to top button