Hikumeta Şamê: Kesekî din bi vîrûsê ket û 6 kes ji vîrûsê rehet bûn

Li Sûriyê li herêmên hikumeta Şamê kesekî din bi vîrûsê ket û hejmara giştî bû 44 kes.

Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê ragihand ku rewşeke din a bi vîrûsa Coronayê li Sûriyê hat tomarkirin û 6 kesên din ji vîrûsê rehet bûn.

Bi vê yekê hejmara giştî ya kesên bi vîrûsê li herêmên hikumeta Şamê bû 44 kes.

Het niha ji wan 27 kes ji vîrûsê rehet bûne.

Her wiha 3’yan jiyana xwe ji dest dane

Back to top button