Li Cerablusê çete pev ketin, 2 çete hatin kuştin û 3 birîndar bûn

Li bajarê Cerablusê ku di bin dagerkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ev 2 roj in çete xwe bi xwe pev dikevin.

Çavêdriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku îro dîsan çeteyên dewleta Tirk li Cerbalusê pev ketin.

Çavdêriyê diyar kir ku çeteyan êrîşî avahiya Polîsa Leşkerî ya li bajêr kir û şerekî giran di navbera çeteyan de rû da.

Çavkaniyên taybet ji bajarê Terablusê ragihand ku di encamê de 2 çete hatin kuştin û 3 birîndar bûn.

Duh jî çeteyên bi navê “Ehrar Şerqiya” li heman bajarî li nêzî dergeha On Dadat gule li komeke çete reşandibûn.

Di encamê de çeteyek hatibû kuştin.

Back to top button