Corona..Li Giştî Cîhanê hejmara qurbaniyan 3 milyon û 370 hezar kes derbas kir

Li giştî cîhanê, hejmara qurbanên vîrûsa Coronayê 3 milyon û 370 hezar kes derbas kir, zêdeyî 140 hezar kes jî li Ewropayê jiyana xwe ji dest daye.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hê jî xwe di asta yekemîn di qurbniyên Coronayê de digire, ku heya niha zêdeyî milyon kes bi vîrûsê ketine.

Her wiha li giştî Ewropayê jî heya niha zêdeyî 140 hezar kes ji ber vîrûsa Coronayê jiyna xwe ji dest daye.

Li Spanya û Îtalyayê jî ku xwe di rêza du û sêyan di asta belavbûna vîrûsê li cîhanê digirin, heryek ji wan zêdyî 200 hezar kes bi vîrûsê ketine.

Li Spanya 25 hezar û Îtalyayê 28 hezar kes jiyana xwe ji dest dane.

 

Back to top button