Dewleta Tirk 100 çete ji Efrînê derbasî Tirkiyê kirin

Dewleta Tirk a dagirker ji bo wan bişîne Lîbyayê, şeva borî 100 çeteyên ‘artêşa millî’ ji Efrînê derbasî Tirkiyê kirin.

Ev çete di ser pira li nêzî gundê Sûrke ya girêdayî navçeya Raco ya Efrînê, ku nû hatibû çêkirin, bi otobûsan derbasî Tirkiyeyê hatin kirin.

Çavkaniyên xwecihî eşkere kirin ku 2 komên çete nerazîbûna xwe li ser şandina çeteyan bo Lîbyayê nîşan da, lê ew jî ji aliyê MÎT’ê ve hatin qanekirin ku endamên wan jî biçin Lîbyayê.

Di meha Nîsanê de Çavdêriya Sûrî ya mafên mirovan diyar kiribû ku jimara çeteyên ku dewleta Tirk ew şandibûn Trablûsê nêzî 5 hezar û 300 çeteyî ye û bi heman armancê jî 2 hezar û 100 çete li Tirkiyeyê dest bi perwerdeyê kiriye.

Back to top button