Li parêzgeha Selahedîn 10 endamên Heşda Şabî hatin kuştin

Desteya Heşda Şabî ragihand ku li parêzgeha Selahedînê çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Heşda Şabî kir û di encamê de 10 endamên wan hatine kuştin.

Her wiha Desteyê kuştin û birîndarkirina jimareke çeteyên DAIŞ’ê li başûrê Tekrît piştrast kir.

Ji aliyê xwe ve Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê jî, bi daxuyaniyekê ragihand ku, 29’ê Nîsanê wan li gel hêzên ewlekariya Iraqê li sînorê rêzeçiyayê Hemrînê dest bi operasyonekê li dijî çeteyên DAIŞ’ê kir.

Di encamê de sitargeh û şikesftên çeteyên DAIŞê li deverê hatin bombebarankirin û 10 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

Koalîsyonê di daxuyaniya xwe de aşkere kir, ku operasyonên wan ên li dijî DAIŞê li nav sînorê Iraqê û Sûriyê berdewam in.

Back to top button