ICRC: Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî, xeteriya belavbûna vîrûsê heye

Bi derketina vîrûsa coronayê li Bakur û Rojhilatê Sûrî, Xaça Sor a Navdewletî “ICRC” hişiyarî xetriya vîrûsê li herêmê da.

“ICRC” egeriya xetriya belavbûna vîrûsa coronayê bi awayekî bi lez piştî pêketina 2 kesî û mirin kesekî anî ziman.

Xaça Sor diyar kir ku li herêmê bi hezaran koçber di kampan de hene, bi derketina vîrûsê re wê rewş kampax be.Ji lewre wan , komîteyek diyar kiriye, da ku rewşa herêmê û kampan bişopîne.

Komîteya Rizgarkirinê ya Navdewletî jî hişiyarî ji rewşa tendurstiyê ya herêm da û teqezkiribû ku wê 30 Cîhazên bêhn kişandinê di hefteyên bê de bîşîne herêmê.

Desteya Tendurstiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî jî bi derketina du rewşan li Hesekê, biryara nederketina derve ji heya 11’ê Gulanê dirêj kir

Meclisa Rêveber a Kanton Hesekê jî Taxa El-Omran ya ku 2 rewşên vîrûsê li derker bi temamî xist jêr çavdêriyê.

Back to top button