Jeffreyî: Divê hemû hêzên biyanî ji Sûriyê derkevin

Nûnerê Amerîka yê taybet ji bo aloziya Sûrî James Jeffrey diyar kir ku di nav de dagirkeriya Tirk divê hemû hêzên biyanî ji Sûriyê derkevin. Jeffrey bal kişande ser têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ’ê û tekez kir ku li gel hevkariya bi QSD’ê re wê têkoşîn heta tunekirina xeteriya DAIŞ’ê dewam bike.

Nûnerê Amerîkayê yê ji bo aloziya Sûrî James Jeffrey diyar kir ku divê hemû hêzên biyanî ku beriya sala 2011an ne li Sûriyê bûn, di nav de dagirkeriya Tirk ji xaka Sûriyê derkevin.

Jeffrey di hevdîtinekê li gel rojnameya Şerq El-Ewset destnîşan kir ku ji bilî Rûsyayê pêwîst e Îran, Tirkiye û Amerîka hêzên xwe ji Sûriyê derxînin.

Lê belê hebûna hêzên Rûsî û yên Hikûmeta Şamê jî bi ya şiklî bi nav kir û girîngiya Rûsya tenê di çarçoveya dewriyeyên hevbeş pênase kir..

Jeffrey: Bi hevkariya QSD’ê wê têkoşîna li dijî DAIŞ’ê dewam be

Nûnerê Amerîka ji bo aloziya Sûriyê di heman wextê de, mabûna Hêzên Amerîkî bi xeteriya DAIŞ’ê ve girê da û teqez kir ku ew ê li gel hevkarên xwe QSD’ê têkoşînê dewam bikin.

Jeffrey: Ji bo çareseriyê wê zext li dijî hikumeta Şamê dewam bin

Têkilarî çareserkirina aloziya Sûrî jî James Jeffrey da xuyakirin ku bi riya cezayan wê zext li dijî hikumeta Şamê berdewam bin heta ku çareseriyeke siyasî pêk bîne..

Beriya çend rojan jî heman rayedarê Ameîrkî ragihandibû ku qanûna cezayan a bi navê Qeyser wê li dijî hikumeta Şamê di Hizêrana bê de bikeve piratîkê..

Back to top button