EMERÎKA AVAKIRINA NUQTEYÊN ÇAVDÊRIYÊ YÊN LI SER SÎNOR TEMAM KIR

Emerîkayê ragihand ku wan bi hevkariya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê re avakirina nuqteyên çavdêriyê yên li ser sînor temam kirine.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Emerîkayê Kolonêl Rob Manning diyar kir ku avakirina nuqteyên çavdêriyê li ser sînorên bakurê Sûrî temam bûne û got:

“Bi fermana Wezîrê Parastinê James Mattis me nuqteyên çavdêriyê li herêmên sînorî yên bakur-rojhilatê Sûrî ava kirin.”

Lê dewleta Tirk ev yek red kir..

Êrîşên dewleta Tirk li ser herêmên bi ewle ên bakurê Sûrî 28’ê Cotmeha derbasbûyî pêk hatin û di encamê de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Ev yek di wextekê de tê ku Pêngava Bagera Cizîrê ya şerê tunekirina terorê di qonaxên xwe yên dawiyê de berdewam e.

Leave a Reply

Back to top button