Artêşa Niştimanî fermandarekî Wîfaqê kuşt û balafireke Tirkî anî xwarê

Tevî ku Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê agirbesteke yekalî li welêt ragihandiye, lê şerê dijwar li welêt dewam dikin.
Artêşa Niştimanî îro balafireke din a Tirkî li Terablusê xist xwarê. Dewleta Tirk jî derdora 2 hezar çeteyên Sûrî ber bi Lîbyayê ve şandin.

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Tifaqa Sixêratê betal kir û biryar da welat bi awayekî yekalî bi rê ve bibe.

Her wiha Artêşê ji bo meha remezanê agirbesteke yekalî ragihand.

Li hember van gavan hikûmeta Wîfaqê dîn û har bûye û soza domandina şer da.

Ji ber vê biryara şer ya hikûmeta Wîfaqê jî şer didome.

Îro Artêşa Niştimanî li Terablusa paytext, êrîşeke hikumeta Wîfaqê ku bi piştgirya çeteyên ji Sûriyê pêk anî, şkand.

Hat ragihandin ku di şer de fermandarekî Wîfaqê hat kuştin.

Her wiha îro pergala parastina asîmanî ya Artêşa Niştimanî balafireke Tirkî ya bê mirov li asîmanê Terablusê xist xwarê .

Hêjayî gotinê ye ku di nava salekê de derdora 70 balafirên bê mirova yên Tirkî yên ji cûreya “Peyreqdar” ji aliyê Artêşa Niştimanî ve hatine xistin.

Li gorî hin çavkaniyan jî dewleta Tirk 10 balafirên bêmirov ên nû ku ji cûreyeke pêşketîne şandine ji hikûmeta Wîfaqê re.

Heta niha 7 hezar û 400 çeteyên Sûrî ber bi Lîbyayê ve hatine şandin

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan jî îro ragihand ku di şerê dawî li Lîbyayê de 26 çeteyên ji Sûriyê hatine kuştin.

Her wiha da zanîn ku hezar û 750 çeteyên din ên Sûrî ji aliyê Tirkiyê ber bi Lîbyayê ve hatin şandin.

Li gorî Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan heta niha 7 hezar û 400 çeteyên Sûrî ber bi Lîbyayê ve hatine şandin û derdora 250 çeteyî jî hatine kuştin.

Her wiha li gorî çavkaniyên herêmî, şeva borî, ji bo perwerdekirin û şandina ber bi Lîbyayê ve, artêşa Tirk 100 çeteyên ‘artêşa millî’ ji Efrînê derbasî Tirkiyê kirin.

Ev çete di ser pira li nêzî gundê Sûrke ya girêdayî navçeya Raco ya Efrînê, ku nû hatibû çêkirin, bi otobûsan derbasî Tirkiyê hatin kirin.

Back to top button