MOGHERINI: GIRTINA DEMÎRTAŞ BINPÊKIRINA MAFÊN MIROVAN E

Rewşa Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş di Desteya Rêveber a Parlementoya Ewropayê de di bin çavdêriya nûnerên Yekîtiya Ewropayê de hate nîqaşkirin.

Alîkara Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Frederîca Mogherînî diyar kir ku doza Demîrtaş ji bo wan dibe sedema aciziyê û got:

“Di doza Demîrtaş de, zextên li ser mafê mirovan a li Tirkiyeyê heye.”

Girtina Demîrtaş binpêkirina mafên mirovan e.”

Ev gotinên Alîkara Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Federica Mogherini ye.

Rewşa Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş di Desteya Rêveber a Parlementoya Ewropayê de di bin çavdêriya nûnerên Yekîtiya Ewropayê de hate nîqaşkirin.

Alîkara Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewrûpayê Frederîca Mogherînî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê ya derbarê Demîrtaş bi bîr xist û wiha got:

“Doza Demîrtaş ji bo me Komîsyona YEKÎTIYA Ewropayê jî dibe sedema aciziyê.

Girtina Demîrtaş binpêkirina mafên mirovan e.

DMME biryara xwe ya li ser Demîrtaş da û divê ev biryar ji aliyê Tirkiyeyê were pêkanîn.”

PÎRÎ: EM PARLEMENTOYA EWROPAYÊ BI TE RE NE

Raportora Parlementoya Ewropayê Katî Pîrî jî têkildarî mijarê wiha anî ziman:

ZOZ

“Demîrtaş ji ber ku ji hêviyên ciwanên Kurd û Tirk re bûye bersiv, îroj bûye hedef.

Ez dixwazim peyamekê ji hevsera Demîrtaş re bişînim: Em Parlementoya Ewropayê bi te re ne.”

VERGÎAT: REWŞA TIRKIYÊ DIBE SEDEMA FIKARAN

Li ser navê Koma Çepgir a Parlementoya Ewropayê jî Marîe-Chrîstîne Vergîat diyar kir ku mafên mirovan li Tirkiyê tê binpêkirin û wiha got:

EMEL

“Rewşa li Tirkiyeyê mirovan dixe nava fikaran.

Divê Erdogan bizanibe ku Demîrtaş û hevalên wî zextên li ser mafên mirovan ên li Tirkiyeyê sembolîze dikin.”

REWŞA HEVSEROKÊ BERÊ YÊ HDP’Ê SELAHATTIN DEMÎRTAŞ
DIVÊ YEKÎTIYA EWROPAYÊ GAVÊN ŞÊNBER BIAVÊJE

Hin parlementerên Parlementoya Ewropayê yên ji welat û komên polîtîk ên cihê jî wiha axivîn:

“Tirkiye bûye dewleteke girtîgehê ya servekirî.

Divê Yekîtiya Ewropayê gavên şênber biavêje. “

Leave a Reply

Back to top button