Li Diyalayê 3 polîsên Iraqî û sivîlek hatin kuştin

Di rojên dawî de, liv û tevgera çeteyên DAIŞê li Iraq û Başûrê Kurdistanê zêde bûye.. herî dawî li parêzgeha Diyalayê, di encama êrîşeke çeteyan de, sivîlek û 3 polîsên Iraqî hatin kuştin. Li ser vê jî, serokatiya Başûrê Kurdistanê banga têkoşîneke hevpar li dijî DAIŞê kir. 

Îro, Şaneya Ragihandina ya Ewlehî ya Iraqî, ragihand ku di êrîşke çeteyên DAIŞê li ser navenda polîsa Zaxniya ya li parêzgeha Diyalayê de, sivîlek û 3 polîsan jiyana xwe ji dest da.

Li gorî Şaneyê, 5 sivîl û 2 endamên polîsê di heman êrîşê de birîndar bûne.

Şeva Înê jî, ji ber êrîşeke çeteyan li ser parêzgeha Selahedînê, 11 endamên Heşda Şabî hatin kuştin.

Jixwe di çend hefteyên borî de, asta êrîşên DAIŞiyan pir bilind bûye, nemaze li kendûkozên dijwar ên navbera parêzgeha Kerkûk, Selahedîn û Diyalayê ku bi navê “sêgoşeya mirinê” jî tê naskirin.

Ji bo vê jî, serokwezîrê erkdarkirî Mistefa el-Kazimî soza girankirina operasyonên li dijî çeteyên DAIŞê da.

Çeteyek DAIŞ’ê hat girtin

Li alîkî din asayîşa Rojavayê Silêmaniyê ragihand ku li bajaroka Sengaw çeteyek hat girtin.

Li gorî daxuyaniyê, çeteyên hatiye girtin 31 salî ye û ji sala 2016’an ve li parêzgeha Nînowayê peywendî bi çeteyên DAIŞ’ê re kiriye.

Niha bi biryara dadgehê bi madeya 2 ya terorê lêkolînkirina dosya wî berdewam e.

Ji bo vê jî, serokwezîrê erkdarkirî yê Iraqê Mistefa el-Kazimî soza dijwarkirina operasyonên li dijî çeteyên DAIŞê da..

Hikumeta Başûr banga têkoşîneke hevpar li dijî DAIŞ’ê kir

Serokatiya Hikûmeta Başûrê Kurdistanê jî dilgiraniya xwe ji van êrîşan anî ziman û diyar kir ku “divê di zûtirîn dem de, nakokiyên navxweyî yên Iraqê bên çareserkirin û têkoşîneke hevpar li dijî terorîstan bê meşandin

Back to top button