Vîrûsa Corona..qedexekirina çûnûhatina navbera parêzgehên hikumeta Şamê , hat dirêjkirin

Wezareta Hindir a hikumeta Şamê biryara qedexekirina çûnûhatina di navbera parêzgehan de heya demeke ne diyar dirêj kir.

Ji bo nimêja li mizgeftan jî, Wezareta Ewqafê ya heman hikumetê ragihand “ew ê di rojên bê de, biryarekê der barê nimêjê de bidin.

Li gorî daneyên herî dawî yên Wezareta Tenduristiyê ya hikumetê jî, rewşek nû hatibû tomarkirin û 6 kesên din ji vîrûsê rehet bûbûn.

Bi vê yekê, hejmara giştî ya nexweşan li herêmên li jêr kontrola hikumetê, bû 44 kes û 3’yan jî jiyana xwe ji dest da.

Back to top button