QSD: 8 ÇETE HATIN KUŞTIN Û 24 BAREGEH HATIN RÛXANDIN

Qonaxa dawî ya Pêngava Bgera Cizîrê bi hemû hêza xwe dewam dike.

Navenda ragihandina QSD’ê encama şerê 24 saetên dawî eşkere kir.

Li gorî vê, 8 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin û 24 baregeh jî hatin rûxandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê encama şerê 24 saetên derbasbûyî yê qonaxa dawî ya Pêngava Bgaera Cizîrê erşkere kir.

Navendê di daxuyaniya xwe de ev agahî dan.

Li eniya Baxozê Şerê giran rû dide û şervan bi pêş dikevin.

Di şer de gelek çete hatin kuştin û birîndarkirin.

Di heman demê de erebeyeke bombebarkirî ya çeteyan beriya ku bighêje armanca xwe hat teqandin.

Çeteyan hewl da ji paş ve êrîşî nuqteyên şervanan bikin, lê şervanan hewldanên wan têk bir.

Li vê eniyê carcaran şer derdikeve û topbaran dewam e.

Balfirên Koalîsyonê jî, gelek êrîşên hewayî pêk anîn û di encamê de, hejmarek çete hatin kuştin.

Tîmên taybet jî gelek mayinên çeteyan bê bandor kirin û teqandin.

Li eniya Hecînê jî şervanên QSD’ê bi pêş de çûn.

Piştî ku şervanan mayinên çeteyan bêbandor kirin, gelek baregehên çeteyan rûxandin.

Balafiran jî baregehên çeteyan hedef girtin.

Li vir jî şerekî demkî rû dide.

Navenda Ragihandina QSD’ê li ser bîlanoya şerê eniyan jî ev agahî dan.

8 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

Koalîsyonê 35 êrîşên hewayî pêk anîn.

24 baregeh hatin rûxandin.

3 rêyên leşkerî li çeteyan hatin qutkirin.

3 topavêj, dozerek û erebeyek hatin teqandin.

Gelek mayin hatin bêbandorkirin.

18 topavêj, erebeyeke bombebarkirî

Kembereke teqemeniyê ketin destê şervanên QSD’ê.

Navenda Ragihandina QSD’ê doh jî di bîlançoya xwe de ragihandibû ku, 55 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin û 43 baregehên wan hatin rûxandin.

Leave a Reply

Back to top button