Li Nîvgireva Sîna ya Misirê, di encama operasyoneke hêzên ewlekariyê de, 18 çete hatin kuştin.
Wezareta Hindir a Misirê îro ragihand ku, li derdora bajarê Bi’ir El-Ebid ê li bakurê Sîna, di navbera hêzên ewlekariyê û terorîstan de pevçûn derket û di encamê de 18 çete hatin kuştin.
Pêncşema borî li parêzgeha Sîna, di encama teqîna erebeyeke leşkerî de, 10 leşkerên Misirê hatibûn kuştin.
Piştre, roja Înê artêşa Misirî, kuştina 2 çeteyên radîkal li bakurê Sînayê ragihand.
Tê zanîn, tevgera çete û komên Îslamî yên tundrew ji 2004an ve li bakurê Sînayê heye û vê dawiyê di bin navê “Ensar Beyt el- Meqdis” de ku girêdayî DAIŞê ne, operasyonên xwe yên terorîst pêk tînin.