Di navbera herdu Koreyan de, gulebaran çêbû

Koreya Başûrî ragihand ku çend fîşek ji aliyê Koreya Bakurî ve ber bi navendeke wan a parêzvanên sînor hatin berdan.

Koreya Başûrî eşkere kir ku wek bersiv, wan jî 2 fîşek bi aliyê Koreya Bakurî ve avêtin, lê ti ziyan di encama vê guleberdanê de çênebûye.

Ev yek piştî xuyakirina serokê Koreya Bakurî Kîm Cong On bi rojekê, ku bêhtirî 20 rojan nebedî bûbû, pêk hat.

Di dema wendabûna wî de, di hin raporan de hate gotin ku Kîm Cong bi nexweşiyeke giran ketiye.

Back to top button