Berpirsê Buroya Têkiliyên Diplomasiyê ya TEV-DEM`ê Aldar Xelîl têkildarî gefxwarinên Erdogan yên li ser herêmên Rojhilatê Firatê axivî.
Xelîl balkişand li ser Pêngava Bagera Cizîrê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê û got,
Di heman dema ku rizgarkirina bajarokê Hecînê ji çeteyên DAIŞ`ê nêz bûye, Erdogan gefên dagirkirinê li rojhilatê Firatê dixwe.
Armanca vê yekê jî ew ku temenê çeteyan li herêmê dirêj bike.
Berpirsê Buroya Têkiliyên Diplomasiyê ya TEV-DEM`ê Aldar Xelîl der barê gefên Erdogan ên li ser rojhilatê Firatê de ji ajansa Hewarê re axivî.
Aldar Xelîl destnîşan kir ku êrîş û gefên Erdogan li ser herêmê nasekinin û got:
“Erdogan hewl dide projeyên demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe.
Ji ber vê yekê hewl dide bi hemû rê û rêbazan êrîşî herêmê bike.”
Xelîl gotina Erdogan a wê dinava çend rojan de êrîşî rojhilatê Firatê bikin nirxand û ev tişt an ziman;
“Îro em van gefan dinirxînin û nîqaş dikin.
Dema ku ev gef werin eşkerekirin, dê helwestên me û nêrînên me ji raya giştî re hebin.”
Berpirsê Buroya Têkiliyên Diplomasiyê ya TEV-DEM`ê Aldar Xelîl serdemê gefxwarinên Erdogan bi pêşketina Şervanên QSD’ê li DêraZorêve girê da û wiah domand:
“Di demekê de ku QSD kete bajarokê Hecînê û dê QSD terorê li erdnîgariya herêmê tune bike, Erdogan dest bi gefan kir. Ew hewl dide rêyekê bibîne û temenê çeteyên DAIŞê dirêj bike. Her kes dizane ku dewleta Tirk piştgiriya terorê dike û bi taybet çeteyên DAIŞ
ê.”