Li Tirkiyê, rojnamegerî pîşeya herî metirsîdar e

Bi rasthatina “Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanî”, Tirkiye, di binpêkirin û zextên xwe yên li ser çapemeniyê de, xwe dide pêş. Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê, rapora Nîsanê aşkere kir, ku “li Tirkiyê, Rojnamegerî di nava pîşeyên herî metirsîdar de ye”.

Li gorî rapora komeleyê, hemû rojnamegerên li derveyî çapemeniya deshilatê, di bin zextan de ne.

Di raporê her wiha hat eşkerekirin ku “di vê pêvajoya ku hemû cîhan li dijî Vîrûsa Coronayê şer dike, li Tirkiyê dîsa rojnameger dibin armanc.. tevî ku çapemenî ji bo civakekek azad, pêwîstî û pêdiviyeke bingehîn e”.

Li gorî daneyên binpêkirina mafên rojnamegeran a Nîsana 2020’an jî, rojnamegerek hat girtin û 2 hatin binçavkirin, her wiha 3 rojnameger ji kar hatin bidûrxistin, der barê 12 rojnamegeran de jî lêpirsîn hatin destpêkirin”.

 

Back to top button