Jeffry: Divê hilbijartin bi serperiştiya “ny” pêk bên

Nûnerê Amerîka yê taybet bo Sûriye James Jeffrey, diyar kir ku “divê hilbijartinên Sûrî yên sala 2021’an bi serperiştiya NY pêk werin”. 

Jeffrey, ji Rojnameya Şerq El-Ewset re axivî û teqez kir ku “pêkanîna hilbijartinên Sûrî bi serperiştiya NY, tiştê herî rast e..”

Ji bo avêtina vê gavê jî, Jeffrey ji civaka navdewletî xwest ku “karê xwe du-qat bike”.

Jeffrey her wiha diyar kir ku “eger Esed, îsal an sala bê, hilbijartinan li dar bixe, wê bi temamî ji aliyê civaka navdewletî ve, bê redkirin”.

Li gorî nûnerê Amerîka yê taybet bi Sûriye, birêveberiya Amerîkayê, piştgiriyê dide hilbijartinên bi serperiştiya NY.

Back to top button