Li Îranê kolberekî din bi destê hêzên Îranî hat kuştin

Hêzên rejîma Îranê dîsa êrîşî komek kolber kir, di encamê de kolberekî jiyana xwe ji dest da. 

Li gorî Kolbernewsê, duh bi şev li ser sînorê Nokan-Kanî Zerd a Serdeştê ya parêzgeha Urmiyê, hêzên rejîma Îranê êrîşî komek kolber kir.

Di encama êrîşê de, kolberê bi navê Mihemed Îbrahîm Zade hat kuştin.

Mihemed ji gundê Nebî Abad ê bi ser bajarokê Rebete û bavê 3 zarokan bû.

Hêzên rêjîma Îranê her tim êrîşan bi ser kolberên ku debara jiyana xwe bi vî karî dikin, pêk tîne û heta niha bi sedan kolber bi destê wan hatine kuştin.

Back to top button