Sergoya Rodko xebatên avakirina daristanekê, li şûna sergoyê tên kirin

Desteya Rêveberiya Herêmî û Hawîrdorê, projeyek ji bo gundê Navkurê yê Qamişlo amade kiriye, ku dê sergoya li wir veguherîne daristanekê..

Sergoya Rodko ya giştî ya bajarê Qamişlo û gundên wê, rojane derdora 20 ton gemar lê dihat avêtin.

Şêniyên gund ji ber bêhna nexweş a sergoyê, bi gilî û gazin bûn.

Der barê vê mijarê de, rêvebera Gerînendeya Hawîrdorê ya herêma Cizîrê Kewser El-Nasir diyar kir ku “piştî erêkirina Desteya Çandiniyê, ew ê vê sergoyê veguherînin daristaneke çêkirî”.

Kewser teqez kir ku “wê ev proje ji 2019an pêk hatiba, lê ji ber belavbûna vîrûsa Corona û biryara nederketina derve, ev yek hat rawestandin”.

Back to top button