JI BO BILINDKIRINA ASTA KAR Û XEBATAN CIVÎNEK LI DAR XIST

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî bi armanca ku sîstema hundirîn ji komîteyên hawîrdorê re deyne û asta kar bilind bike bi komîteyan re civiya.

Civîn li navenda desteyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li navçeya Eyn Îsa pêk hat.

Di civînê de rewşa tenduristî û hawîrdorê hat nîqaşkirin.

Endamên komîteyên Rêveberiya Xweser û Sivîl zehmetîyên kar diyar kirin û ji bo çareserkirinê pêşinyar hatin kirin.

Buroya Serokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser di civînê de ji hemû komîteyan xwest ku asta karê xwe bilindtir bikin da bikarin xizmeta şêniyan bikin.

Di dawiya civînê de beşdaran li hev kirin ku komîteyek ji 7 kesan ava bikin da sîstemeke
hundirîn ava bikin û li gorî wê tev bigerin.

Leave a Reply

Back to top button