Li Hesekê 850 mask hatin belavkirin

Piştî derketina vîrûsa Coronayê û ragihandina biryara nederketina derve insiyatîfên mirovî li herêmê destpê kirin. Di vê çarçoveyê de Yekîtiya Jinên Ciwan a bajarê Hesekê 850 mask bê pere li şêniyên Hesekê belav kir.

Di çarçoveya xweparastina ji vîrûsa Corona û bi piştgiriya bi gel re, Yekîtiya Jinên Ciwan a bajarê Hesekê bi koordîneya bi Desteya Ciwan û Werzîşê re mask li şêniyan belav kir.

Yekîtiyê 850 mask bê pere li şêniyan belav kir.

Doh Komîteya Aborî ya Kongreya Star ya bajarê Kobanê jî 3 hezar û 500 mask li ser şêniyan belav kir.

Back to top button