Rewşa cîhanê derbarê bîlançoya vîrûsa Coronayê

Roj bi roj bîlançoya vîrûsa Coronayê zêde dibe.Di hejmara miriyan de jî Amerîka ya sereke ye. Herî dawî Serokê Amrîka Donald Trump careke din Çîn tewanbar kir û diyar kir ku Çîn dikarîbû rê li ber vîrûsê bigre.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di daxuyaniyekê ragihand ku belge di destê wan de hene ku vîrûsa corona ji peymangeheke Wohan derketiyê.

Her wiha Trump destnîşan kir ku Çîn dikarîbû rê li ber vîrûsê bigre, lê negirt.

Serokwezîrê Rûsya bi vîrûsê ket, di 24 seatan de 10 hezar kes pêketin

Rûsya jî di van rojên dawî de hejmarên giran yên vîrûsê tomar dike, herî dawî serokwezîrê Rûsya bi vîrûsa corona ket.

Di 24 seatên dawî de li Rûsya 10 hezar kes bi vîrûsê ketine, bi vê yekê hejmara giştî ya pêketiyan dibe 134 hezar û 686 kes.

Ewropa xwe amade dike ji karantînayê derkeve

Ewropayê jî hêdî hêdî ji bin çavdêriya tenduristî derdikeve, ji ber ku metirsî ji ber nexweşiynê din hene.

Tê payîn ku di vê hefteyê de qedexe û qeydên li 15 welatan bên sivikkirin.

Li Spanyayê qeyd hatine sivikkirin.

Heta niha 216 hezar û 582 kes bi vîrusê ketine ji wan 25 hezar û 100 kes mirin.

Li Awisturyayê jiyan li kolanan vegeriya, li Viyanayê hindek dikanên bazirganiyê hatin vekirin û li dewletên Îskandînavyayê jî qeyd hatin sivikkirin.

Roja duşemê li Îtalyayê jî qedexe hatin sivikkirin, deriyên dikanan têne vekirin û wê derfetê bidin malbatan ku serdana hev bikin.

Li gorî dibistanek Frencî pisîkek bi vîrûsê ket

Li alîkî din dibistana Veterîneriyê ya Neteweyî ya Fransayê, pisîka kesekî bi vîrûsa coronayê ket.

Li gorî daxuyaniyê li tevahiya cîhanê bi giştî 4 pisîkên bi vîrûsê ketine hatine tespîtkirin.

Back to top button