Gerîlayên HPG û YJA Starê li navçeya Pasûrê ya Amedê li dijî MÎT’ê û kontrayan çalakiyeke sabotajê pêk anîn û di encamê de 2 endamên MÎT’ê û 3 kontra hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê derbarê çalakiyê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî parve kir.
8’ê Nîsanê gerilayan li nêzî gundê Savûşka li dijî wesayita ku endamên MÎT’ê û kontra tê de bûn, çalakiya sabotajê kirin.
Di çalakiyê de 2 endamên MÎT’ê û 3 kontra hatin kuştin.
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de HPG 2’ê Gulanê jî li dijî qereqola Girê ya li navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek kirin.
Derb li kozik û stargehên li nava qereqolê hatin xistin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin.