Li Hesekê li girtîgeha Sînaa îro çeteyên DAIŞ’ê careke din hewl dan ku tevliheviyê derxin.
Hêzên Ewlekariyê jî riyên ketina cihê girtîgehê girtin û helîkopterên koalîsyonê li esîmanê girtîgehê geriyan.
Di girtîgehê de 5,000 çeteyên DAIŞ’ê lê girtî ne û girtîgeh di bin kontrola QSD’ê de ye.
29ê Adarê jî li heman girtîgehê çeteyan hewl dan tevliheviyê derxînin.
Çeteyan deriyên hundirîn ên girtîgehê şikandin û dîwarên di navbera odeyan de rûxandibûn û hewl dabûn birevin.
Di derbarê mijarê de QSD’ê tekez kiribû ku ku ti çete ji girtîgehê nereviyabûn.