Serac û Erdogan bi riya telîfonê bi hev re axivîn.

Dewleta Tirk û Hikûmeta Wîfaqê ya Lîbî careke din li ser hevkariya xwe tekez kirin. Îtalya û Misirê jî banga tunekirina terorîstên li Lîbyayê kir.

Hikûmeta Wîfaqê ya Lîbî îro diyar kir ku serokê hikûmetê Fayîz El-Serac bi serokê dewleta Tirk Erdogan re bi riya telîfonê axivîn.

El-Serac ji bo piştgiriya bi her awayî spasiya dewleta Tirk kir.

Her wiha têkildarî rewşa dawî ya Lîbyayê, herdu aliyan li ser zêdekirina hevkariya navbera xwe de teqez kirin.

Li aliyeke din, Wezîrê Derve yê Îtalyayê, Luigi Di Maio, bi riya telîfonê bi Wezîrê Derve yê Misirê Samih Şikrî re têkildarî Lîbyayê axivîn.

Herdu wezîr li ser tinekirina rêxistinên terorîst ên ku gefê li ewlehiya Lîbya û herêmê dixwin, li hev kirin.

Back to top button