
Hikumeta Venezuelayê ragihand hewildaneke darbeyê li dijî hikumetê hat têkbirin.
Wezîrê Hundir ê hikûmeta Venezuela, Nestor Riverol, ji kenaleke televîzyonê ragihand ku îro komeke terorîst ji Kolombîyayê hewl da bi rêya deryayî êrîşeke terorîst li welat pêk bîne.
Li gorî wezîrê hundir koma êrîş pêk anî, hewil da serkirdeyên hikûmeta bikujin da ku derbeyekê li dijî desthilatê pêk bîne.
Her wiha hat destnîşan kirin ku hêzên ewlekariyê hewldan têk bir û gelek kuştî û birîndaên komê çêbûn.
Piştî ku lîderê muxalefetê Juan Guaido Xuan Xwaydo yê ku ji erka serokatiya parlemantyê hate xistin û bi desteka Amerîka û gelek dewletan weke serokê demekî yê welat tê naskirin, li Venezuelayê rewşek aloz heye.