Duh êvarî 3 çeteyên DAIŞ’ê êrîşî bendeke kontorlê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a gundê Deman li başûrê Heqil El-Omer yê Dêra Zorê kir.
Li ser bersivdayîna hêzên ewlekariyê, çeteyek hate kuştin û yên din jî reviyan.
Li gorî çavkaniyan, 2 endamên hêzên ewlekariyê bi sivîkî birîndar bûn.
Ev êrîş, hemwextî tevliheviya ku çeteyên DAIŞ’ê di girtîgehek Hesekê de derxistî, pêk hat.