Li Başûrê Kurdistanê, 2 kesên din bi Vîrûsê ketin

Li Başûrê Kurdistanê jî, Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Hewlêrê ragihand ku li 2 kesên din li bajêr bi vîrûsa Coronayê ketine. 

Bi vê daneya nû, li Başûrê Kurdistanê heya niha bi giştî jimara kesên bi Coronayê ketine, gihaşt 389 kesan, ji wan 5 kes mirine û 499 kes jî baş bûne.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, 61 kesên din mirin

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî, di 24 saetên borî de, 61 kesên din jiyana xwe ji dest da.

Li gorî daneyên fermî yên desthilatdariyê, heta niha zêdeyî 126 hezar kes bi vîrûsê ketine, 3 hezar û 397 kes jî mirine.

Îro jî hikumeta AKP’ê, qedexekirina derketina derve ya 3 rojan, bi dawî kir.

Back to top button