Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş di danişîna xwe de bi axaftina kurdî dest bi parastina xwe kir û bal kişand ser tecrîdkirina Rêber Ocalan û got,
Ez tecrîdê şermezar dikim” û çalakiya Leyla Guven silav kir.
Danişîna doza Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê Berê Selahattîn Demîrtaş li 19’emîn Dadgeha Cezayê Giran a li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê dest pê kir.
Polîsan li aliyekî şandeyên ji derve hatine negirt salona danişînê û li aliyê din jî rojnameger asteng kir.
Selahattîn Demîrtaş ji bo balê bikişîne ser girîngiya zimanê kurdî parastina xwe bi kurdî dest pê kir.
Demîrtaş çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven a 35 roj e li dijî tecrîdkirina Rêber Ocalan daye destpêkirin silav kir.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û got:
“Ez tecrîda girankirî ya li Îmraliyê şermezar dikim.”