Îran gefa vekişîna ji peymanê dixwe, eger qedexeya çekan were dirêjkirin

Hin berpirsên Îranê gefa derketina ji peymana nûklerî ya sala 2015’an xwar, eger biryara qedexekirina kirîna çekan a li ser Îranê ji aliyê NY ve were dirêjkirin. 

Emîndarê meclisa bilind a ewlehiya niştimanî ya Îranê Elî Şemxanî, li ser hesabê xwe yê Twetterê ragihand ku, “eger biryara kirîna çekan were dirêjkirin, Îran dê ji peymana nûklerî vekişe”.

Biryara qedexekirina kirîna çekan ku NY li ser Îranê sepandiye, di Cotmeha 2020’an de bi dawî dibe.

Lê wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pompeo teqez kir ku, “eger NY qedexeya kirinê ji ser Îranê rake jî, Amerîka rê nade wê ku çekan bikire.

Ji Gulana 2019’an ve û piştî derbasbûna salekê di ser vekişîna Amerîka bi tena serê xwe ji peymana nûklerê, rejîma Îranê dest bi binpêkirina vê peymanê kir.

Back to top button