Hunermendê Kurd Seîd Gabarî îro li nexweşxaneyeke Hewlêrê koça dawî kir

Hunermendê Kurd Seîd Gabarî, berbanga vê sibehê li nexweşxaneya Serdem a bajarê Hewlêrê jiyana xwe ji dest da. Hunermend Gabarî bi nexweşiya penceşêrê ketibû û beriya çend rojan li nexweşxaneya Hewlêrê hatibû razandin. 

Seîd Gabarî 20’ê Nîsana 1955’an li Gundê Xirbê Kejê yê bajarê Hesekê hatiye dinyayê.

Gabarî tevî ku nedidît, hunermendekî pir bi nav û deng bû û ji bo çanda Kurdî bi dehan staran gotine û berhev kirine.

Di hin stranên xwe de, helbestên Seydayê Tîrêj û Cegexwîn bi kar aniye.

Vê dawiyê nexweş ket û di 65 saliya xwe de li Hewlêrê çû ber dilovaniya Xwedê.

Ka em bi hev re li çend stranên wî guhdarî bikin…

Back to top button