Tirkiyê bi komkujiyê Dêrsimê re nehat rû hev

Îro ji bo gelê Kurd rojeke bi êş û reş e. Îro salvegera 83. a jenosîda Dêrsimê ye. Dewleta Tirk a dagirker di 4’ê Gulana 1937’an de, 70 hezar kes kuştin. Gelek jin û keçên Dersimê ji bo nekevin destê leşkerên dewleta Tirk, xwe ji zinaran avêtin. Gelekan heta taliya henasa xwe jî li hemberî dijminê hov li ber xwe dan û şerbeta şahadetê vexwarin. 

Dêrsim.. bajarekî Kurdên Elewî ye.

Ev bajar, ji ber taybetmendiya xwe ya çandî û olî, her tim di dîroka Kurdistanê de xweser jiyaye.

Ti carî bindestî qebûl nekiriye û her û her li hemberî neheqiyê li ber xwe daye..

Dewleta Tirk, ku vê xweseriyê weke serê pirsgirêkê digire, ji sedsala borî û heya niha her tim êrîşî Dêrsimê dike û hewl dide wê tune bike..

Seyid Riza li dijî siyaseta pişaftinê ku dewleta Tirk li ser Kurdan dimeşand, sala 1937an dest bi serhildanê kir.

Serhildana Dêrsimê yek ji mezintirîn serhildanên Kurdistanê yên sedsala 20’an bû.

Dewleta Tirk ji bo vê serhildanê bişkînê, 4ê Gulana 1937an li parlamena Tirkiyê, biryara bi navê “tenkîl û tehcîrê” derxist û êrîşî Dêrsimê kir.

Li gorî daneyên fermî, 16 hezar kes û li gorî daneyên ne fermî jî 70 hezar mirov hatine kuştin, bi deh-hezaran kes hatin girtin û di civaka Tirk û Misliman de ‘îskana ferzkirî’ hat pêkanîn.

Dibêjin, ji ber ew qas kuştin, ava Çemê Munzurê sor bûye.

Di Îlona 1938an de jî, yekem car çekên kîmawî li Dêrsimê hatin bikaranîn.

Zarokên Kurd mehkumê bê-nasnamebûnê hatin kirin.

Zarokên keç yên Dêrsimê jî îro wek ‘keçên winda yên Dêrsimê’ tên binavkirin.

Tevî ev qas sal derbas bûn jî, Tirkiye bi komkujiyê re nehat rû hev.

Hîna jî polîtîkayên pişaftin, qirkirin û tunekirinê li ser Dersimê tên meşandin.. ku bi rêya xirakirina cih û warên pîroz û çêkirina bendavan, xweza û demografiya herêmê diguherînin…

Dewleta Tirk bi bihaneya ku şêniyên Dêrismê gefekê ji wan re çêdikin…ev komkujî pêk anî..

 

Back to top button