DAIŞ’Ê di çala “Hûte” ya 50 metre de, termên mirovan vedişartin

Rêxistina Mafên Mirovan îro ragihand ku çeteyên DAIŞ’ê “Çala Hûte” ya 50 metre ku li bakurê Reqayê ye, ji bo veşartina dîl û girtiyên li gel xwe, bi kar tanî. 

Rêxistinê ragihand ku lêkolînerên wan bi dronekê xwe gihand cihê vê çalê.

Piştre hat dîtin ku pêwîstî bi çûyîna wê derê heye da termên qurbanan derxin û ji bo rêkarên tawanî weke belge di destên wan de hebin.

Ev çal jî “çala Hûte” ye û 85 km li bakurî bajarê Reqayê ye ku di 2013- 2015 di bin kontrola DAIŞ’ê de bû.

Di çarçoveya lêkolîna li ser vê çalê de, hevpeyvîn bi şêniyên wê herêmê re hatin kirin, li vîdyoên qeydkirî yên DAIŞ’ê hatin temaşekirin û dronek ji wê çala 50’ê metreyî re hat şandin.

Lêkolîner Sara Kêyalî anî ziman ku “Çala Hûte ku demekê cihekî xwezayî xweş bû, bi destê DAIŞ’ê bû cihekî metirsîdar.

Eşkerekirina bûyerên DAIŞ’ê li wir û li gorên komî yên din li Sûriyê, mijareke sereke ye.

Li tevahiya Sûriyê 20 gorên komî ku bi hezaran term li herêmên berê di destê DAIŞ’ê de bûn, hatin vedîtin.

Back to top button