Cotkar ji bo kêmkirina buhabûnê, çandina sebzeyan zêde dikin

Ji ber buhabûna sebzeyan, gelek cotkarên herêma Dêrikê rûbera çandina sebzeyan zêde kir.

Cotkar her sal di meha Sibatê de dest bi çandina tevahiya cureyên sebzeyên havînê dikin.

Rêveberiya Xweser jî, ji wan re semad, derman û mazotê pêşkêş dike.

Piştî belavbûna vîrûsa Corona û sepandina biryara nederketina derve, buhayê zebzeyan bilind bû.

Bi armanca kêmkirina asta buhabûnê û peydakirina pêdiviyên şêniyan ji sebzeyan, cotkarên Dêrikê îsal rûbera çandina sebzeyan fireh kir.

Back to top button