Li Elmanyayê ji sedî 68’ê xebatkarên tendrustiyê Jin in

Ji ber ku jin zêdetir di nav sektora tendirustî û marketan de ne, pispor diyar dikin ku di van rojên vîrûsê de herî zêde barê wan giran bûye û jinên din jî ji ber karên li malê nikarin bixebitin.

Tê diyarkirin ku li gelek welatan jiyana civakî û xebatê ji ber vîrûsê serobin bûye û ev vîrûs herî zêde bandora xwe li ser jinan dike.

Di têkoşîna li dijî vîrûsê de, herî zêde jin di sektora tendirustiyê de dixebitin û herî zêde li ser jinan cihêkarî tê kirin.

Di heman demê de li marketan jî herî zêde jin dixebitin. Li Elmanyayê ji sedî 68 xebatkar jin in.

Jin him heqdestekî kêm distînin û di nav karên malê de jî zêde barê wan giran dibe.

Serokê Navenda Zanyariya Civakî ya Berlînê civaknas Jûtta Allmen-dînger diyar kir ku di van rojên vîrûsê de rewşa jinan gelekî xerab e û got:

Ev rewş wê bandoreke neyînî li ser xweseriya ekonomîk a jinan bike.

Di pergala xebatê de li malê jî herî zêde jin dibin mexdûr. Ji ber ku zarok bêtir bi dêya xwe ve girêdayî ne, jin li gorî mêran nikarin ji derveyî malê bixebitin.

Back to top button