LI AMEDÊ TEVÎ BINÇAVKIRINÊ JÎ GREVA BIRÇÎBÛNÊ DÎSA DEST PÊ KIR

Tevî zext , girtin û binçavkirinan jî çalakiyên greva birçîbûnê li dijî tecrîda giran a li ser Rêber Ocalan
ranawestin berovajî wê zêde dibin.

Li Amedê tevî binçavkirinê jî, îro greva birçîbûnê dîsa destpê kir û li şûna kesên ku hatin binçavkirin 50 rêveber û endamên HDP’ê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya 3 rojan kirin.

Ne tenê rêveber û endamên HDP’ê li 117 girtîgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê jî zêdetirî 600 girtiyên siyasî jî dest bi greva birçîbûnê kirin.

Li Amedê beriya 2 rojan polîsan 25 aktîvîstên TJA yên ketin grevê binçav kirin.

Îro li şûna çalekgerên hatine binçavkirin 50 rêveber û endamên HDP’ê bi armanca tecrîdê şermezar bikin û piştgiriyê bidin girtiyên di grevê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya 3 rojan kirin.

Li ser navê çalageran bi kurdî û tirkî daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn.

Parlamenter Remziye Tosun daxuyanî da.

Remziye Tosun da zanîn ku Leyla Guven li dijî tecrîdê, zilmê û polîtîkayê qirkirinê di greva birçîbûnê de ye û ev tişt anî ziman;

“Me jî wek parlamenterên HDP’ê hem ji bo xwedî derketina çalakiyê û hem jî ji bo em bêjin daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye bi hêzek xûrt li çend bajaran çalakî dane destpêkirin.”

LI WANÊ KOMA NÛ GREVA BIRÇÎBÛNÊ DEWR GIRT

Rêxistina HDP’a Wanê jî bi boneya rakirina tecrîdê çalakiya greva birçîbûnê da destpêkirin didomîne.

Îro komek nû çalakiyê dewr girt.

Piştî daxuyaniyê komê dest bi çalakiyê kir û gelek welatî hatin ziyareta çalakgeran.

LI 117 GIRTÎGEHAN ZÊDETIRÎ 600 GIRTÎ DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE NE

Li girtîgehan jî çalakiyên greva birçîbûnê dewam dikin.

Li 117 girtîgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê zêdetirî 600 girtiyên siyasî ji bo dawî li tecrîdkirina Rêber Ocalan were dest bi greva birçîbûnê kirin.

Girtiyên siyasî li girtîgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê ji 27’ê Mijdarê ve ketine çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem-dorveger.

Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 16’an de ye.

Her wiha li Girtîgeha Jinan ya Xarpêtê jî 40 roj in 6 jinên girtî di greva birçîbûnê de ne.

Her wiha dayîkên aştiyê û Tevgera Jinên TJA’ê yên li Wanê ku ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven ketibûn greva birçîbûnê û paşê hatibûn binçavkirin dema binçavkirina wan 24 saetan hate dirêjkirin.

CEZAYA DSPILÎNÊ LI TUBCEL HAT BIRÎN

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tûncel ji bo piştgiriyê bide Leyla Guven tevî 14 girtiyên jin kete greva birçîbûnê ya ji bo 10 rojan.

Ji ber wê hikumeta faşîst 10 meh cezayê dîsîplînê li Sabahat Tûncel birîn.

Leave a Reply

Back to top button