Rojnameya mehane ya jinan, Newaya Jin ku rojeva Kurdistan û cîhanê bi çavên jinê dinirxîne, hejmara xwe ya meha Gulanê bi manşeta “Têkoşîn dide jiyîn” gihand ber destê xwendevanan.
Di hejmara 182’an a rojnameya mehane ya jinan Newaya Jin de gotarên li ser zimanê dayikê li ser-manşetê hatin weşandin.
Rojnameyê her wiha cih da têkoşîna ji bo jiyanê ya giran a dayikên Şemiyê, Dayikên Plaza de Mayo û Dayikên Aştiyê.
Di sedsala 21’ê de lêgerîna femînîzmê ya xwe-pênasekirinê, esasên têkoşîna jinê ya hevpar a gerdûnî, fêhmkirina vîrûsa koronayê, qanûna înfazê û girîngiya zimanê dayikê, çend ser-navên hejmara nû ya rojnameyê ne.
Dayikên Şemiyê 25 salin li aqûbeta xizmên xwe yên hatin windakirin, dipirsin.
Yek ji wan jî Fehmî Tosûn e ku sala 1995’an hate revandin û windakirin. Keça Fehmî, Besna Tosûn got: “Ew qad qada zarokatî û ciwantiya me ye.
Zara Koçgîrî jî behsa têkoşîna Dayikên Aştiyê kir. Têkoşîneke din a dayikan li Arjantînê li Plaza de Mayo tê dayin.
Dîlan Bozgan li ser mijarê nûçe-dosyayek amade kir.
Di hejmara Gulanê de çîroka jiyanê ya dayikekê, milîtaneke gelê xwe (Samya Dogan) a 81 salî hate vegotin.
Her weha cihekî berfireh ji têkoşîna hebûnê ya zimanê dayikê û Kurdî re hate veqetandin.
Rojnameyê cih da analîzên Roza Metîna û Emîne Ozmen û Nivîskaran dewlemendiya Kurdî vegotin.
Meral Çîçek li ser têkoşîna jinê ya hevpar a global nivîsî û got, di vê demê de pêwîstiya jinan a lezgînî bi avakirina rêxistiniya jinê ya di asta global de ye.
Zerya Gul jî hewldan û nîqaşên li ser pênasekirina femînîzmê nirxand.
Ji nivîskarên rojnameyê Nazan Ustundag bal kişand ser qanûna înfazê û got bi vê qanûnê dixwazin destketiyên jinan ji destê wan bistînin. Gulîstan Îke jî heman mijar nirxand.
Nûçegihan, Guler Yildiz bandora vîrûsa coronayê li siyasetê, aboriyê, xwezayê û jiyana rojane nirxand.
Dr. Wîdad Akreyî jî polîtîkayên tenduristiyê yên hikumetan û hişmendiya tenduristiya civakî ji xwendevanên Kurd re şîrove kir.
Di hejmara Gulanê de Semîa Welîd li ser dîroka têkoşîna jinên Efgan agahiyên girîng parve kir.
Her weha gelek nivîs û mijarên din di rojnameyê de cih digirin.